Rêber Hebûn " Azadî "


Bi tirsê em dimînin mîna payîzê
dixapînin buhara xwe di newrozê

di çavên me xwîn û rondik dilorînin
sirûdên me, dimeşiyan di nav tozê

li te ez tim dipirsim lê mîna her car
vedengên min dinalin berve bahozê

pelên xewinan bi peyvên xwe diweşînim
li ber salan dimeşim ez li ser dozê

sihên şopên evîndaran dikin fîxan
diparêzin hemû peyman û her sozê

were şad ke bi kenê xwe dilê hêvî
de hew tirsê bi min re bijî dilzîzê

di mêrgên te hemî rewrewk dibin sazî
bi matmayî û dilmestî dikin gazî

evîna har bi te çendîn tijî êş e
perîşan e bi xembarî dilê rizî

welatî tu ji hemî destan û efsanan
cil û bergî ji gul û darên zer û tazî

berî te azadî xewin e ,niha dijî
li gel te ey keça çiyan bûye zindî

Post a Comment

0 Comments